Çile 18, 2022 22:19 Asia/Tehran
  • Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Bereya Berxwedanê roj bi roj xurt dibe

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Bereya Berxwedanê bi bereketa xwîna şehîdan pêk hatiye û roj bi roj ji bo berevaniya ji nirxên îslamî xurt dibe.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdar Elî Fedevî, Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî berêvara Sêşemiyê li kêleka merasima bîranîna şehîd Îsmaî Deqayîqî li Ehwaza parêzgeha Xûzistanê li cem nûçegihanan, got: Serleşkerê şehîd Îsmaîl Deqayîqî hevrê di gel şehîdên din ên Sipaha Bedrê (pêkhatî ji têkoşerên iraqî), di riya berevaniya ji hebûna vê pergala îslamî canê xwe pêşkêş kir û heta niha bereyên berxwedanê pêk hatine û riya wan di qadeke din da didome.

Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Aniha bereya sereke ya berxwedanê roj bi roj bi bereketa xwîna şehîdên Sipaha Bedrê û şehîdên din xurt bûye û bêguman em ji bo van şanaziyan deyndarê mêrxasiyên van şehîdên payebilind in.

Serdar Fedevî got: Riya şehîdên Sipaha Bedrê ji aliyê rêhevalên wan va li Bereya Berxwedanê heta  têkbirina tam a dijminan didome û dê tu wextî raneweste.

 

Serepeyv