Çile 18, 2022 14:32 Asia/Tehran
  • Dewama gotûbêjên rakirina boykotan li Viyenê

Civînên karzaniyê yên Îran û welatên 4+1ê ji bo rakirina boykotan weke rojên borî, roja Sêşemiyê jî li Hotêl Kobûrga Viyenê tên lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Baqirî gotûbêjkerê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê biryar e roja Sêşemiyê di gel nûnerên Yekîtiya Ewropayê û sê welatên Almanya, Inglîz û Fransayê li Hotêl Kobûrgê bicive.

Elî Baqirî û gotûbêjkerên payebilind ên sê welatên ewropî Îniya borî li pey hevtêgihîştina pêkhatî, bi mebesta şêwirîna di gel paytextan, vegeriyan welatên xwe.

 

 

Serepeyv