Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331477-amarên_dawî_yên_koronayê_li_Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 20 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 132 hezar û 95 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2022 19:28 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 20 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 132 hezar û 95 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Dukşemê 17 Çileya 2022 ragihand ku 3 hezar û 163 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 224 hezar û 196 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 66 hezar û 819 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên borî de 428 hezar û 796 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê herwiha ragihand ku heta niha 60 milyon û 350 hezar û 685 kesan doza yekem, 53 milyon û 195 hezar û 312 kesan doza duyem û 12 milyon û 855 hezar û 978 kesan jî doza sêyem a Vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara giştî ya vaksînên hati derzîkirin li Îranê gihîştiye 126 milyon û 401 hezar  û 975 dozî.