Çile 16, 2022 10:52 Asia/Tehran
  • Twitterê hesabê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî asteng kir

Tora civakî ya Twîtterê bi binpêkirina azadiya ramanê hesabê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê asteng kir.

Li gor raporta Klûba Rojnamevanên Ciwan, tora civakî ya Twitterê bi hinceta belavbûna anîmasyonek li ser hesabê Twitterê yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ji bo tolhildana ji "Donald Trump" serokomarê berê yê Amerîkayê, ev kiryara dijî azadiya ramanê cih aniye.

Anîmasyona "Tolhildan bi tekez cih tê" yek ji berhemên hilbijartî ye ku di "Heşteg Ghahraman" de hatiye pêşkêşkirin ku behsa tolhildana ji qatil û kesên ku fermana şehîdkirina şehîd Silêmanî dane dike.

Her wiha welatên rojava ku bi gelemperî doza azadiya derbirînê dikin, hevdem ligel duyemîn salvegera şehadeta Serdar Silêmanî, postên girêdayî vî şehîdî û bi taybetî ew postên ku bi hashtaga Hero(Qehreman) li ser Instagramê hatibûn belavkirin, ji nav birin.

Fermandeyê Sipahê Qudsê yê Sipahê Pasdaran Serleşker serdar Hac Qasim Sulêmanî , Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û hejmarek ji rêhevalên wan 3ê Çileya 2020 danê sibê li nêzîkî balafirgeha Bexdayê li paytexta Iraqê di encama êrişeke esmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatin terorkirin û şehîdkirin.

Serepeyv