Çile 15, 2022 12:27 Asia/Tehran
  • Edmîral Îranî: Armancva Îran ya hebûna li avên navneteweyî, ewlehî ye

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê pêkanîna ewlehiyê û alîkariya bo keştiyên li ser deryayê û nîşandana iqtidara welêt hevrê di gel şandina peyama aştî û dostiyê wek armancên hebûna Îranê li avên navneteweyî da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr edmîral Şehram Îranî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi hebûna Hêza deryayî ya artêşa Îranê li deryayên dûrtir, got: Pêkanîna ewlehiya deryageriyê û ragihandina vê mijarê ku Komara Îslamî ya Îranê bi şiyanên xwe bi taybet di warê deryayê da, tu sîniordariyeke xwe ji bo hebûna li tu cihekî tuneye, ji armancên herî girîng ên hebûna Îranê di navbirên dûrtir da ye.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Îran dikare bi tevdîrên xwe, li navçeyên têkildar hebe, got: Îran vî karî bi yekemayetiya pêkanîna ewlehiyê û alîkariya bo keştiyên heyî li ser deryayê, her wiha nîşandana iqtidara hikûmetê hevrê di gel şandina peyama aştî û dostiyê ji bo hemî gelên cîhanê pêk tîne.

Wî got: Hêza deryayî ya artêşê lêvika derveyî ya hêzên çekdar ên Îranê ye û hertim hevahengî û hevkariyeke nêzik navbera her du hêzan her di warê deryayê û hem jî di warê fezaya ser deryayê heye.

 

Serepeyv