Tetbîqata Muhemed Resûlullah (S) li herêma başûrê rojhilatê Îranê li dar ket
Mezintirîn tetbîqata hevpar û hevgirtî ya binkeya Qudsê ya hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê bi navê Muhemed Resûlullah (S) li herêma başûrê rojhilatê Îranê hat lidarxistin.
Li gorî rapora roja pêncşemê ya Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê; Serdar “Mihemed Pakpûr” fermandarê hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Ev tetbîqat bi armanca erdnîgarî û operasiyonê ji aliyê binkeya Quds a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilatê Îranê) ve li du qonaxên sereke yên şerê leşkerî û alîkariya ji bo sivîlan hate lidarxistin.
Serdar Pakpûr herwiha got: Di qonaxa şer û serbazî de, yekîneyên operasyonên curbicur ên binkeya Quds a Sipayê Pasdaran, yên wekî yêkîneyên mûşekî, topxane, firokeyên bê firokevan, helîkopter, zirhî, wêrankirin û teqandinan, hêzên taybet û yekîneyên şer ên pispor ên binkeya Quds, di hemû şert û mercên simulasyon de pevçûn û operasyonên rastîn bi serkevtina tam pêk anîn.
Fermandarê hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê herwiha got: Belavkirina bi sedan kelûpelên bingehîn û cîziye, belavkirina bi hezaran pakêtên kelûpelên meaşê û yên çandî û werzişî, serdana fermandaran ji dibistanan, herwiha pêkanîna çalakiyên sivîl û xizmetguzarî ji girîngtirîn bernamên din ên vê tetbîqatê di warê sivîl de û alîkariya ji bo xelkê bû.