Çile 12, 2022 20:23 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 32 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 972 kesan.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 12ê çileya 2022 ragihand di 24 saetên dawiyê de, li gorî pîvanên tekez ên teşxîsê, 2089 nexweşên nû yên bi vîrusa koronayê (Kovîd-19) li vî welatî hatin tespît kirin ku ji wan 284 kes li nexweşxanan hatin razandin.

Bi zêdebûna van nexweşan ser pêketiyên Koronayê yên ji despêka peydabûna vîrusa Koronayê li Îranê heya vê demê jimara wan giştiye 6 milyon û 212 hezar û 387 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 56 hezar û 633 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Serepeyv