Çile 06, 2022 12:43 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya oxirkirina meytên şehîdên bênav di roja şehîdbûna Hezreta Zehrayê (S) da

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya oxirkirina meytên 250 şehîdên bênav di roja şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehrayê (S) li seranserî Îrana Îslamî peyamek da.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Di peyama Hezretê ayetullah Xamineyî da hatiye: Silav li şehîdên bênav, bênav li nav yên li axê û nsyar li cem asimaniyan; Fedakarên ku piştî derbasbûna bi salan ji şehîdbûna xwe, Îrana Îslamî bi gulava manewiyet û cîhadê, xweşbêhn dikin û alaya şanaziya bi xwînên di riya îslam û quranê da rijandî, zêdetir ji berê dihejînin.

 

Di peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da hatiye: Hevdemiya oxirkirina meytên van rêwiyên li malê vegeriyayî, di gel roja şehîdbûna Sidîqeya Tahire (S), mizgîniya xêreke mezin e ku ji aliyê wan va dê bo welatên Îranê were dabînkirin.

Merasima bicoş a oxirkirina meytên 250 şehîdên bênav ên serdema Berevaniya Pîroz îro (Pêncşemî) hevdem di gel salroja şehîdbûna Hezreta Zehrayê (S) li seranserî Îrana Îslamî tê lidarxistin.

 

Serepeyv