Çile 06, 2022 09:31 Asia/Tehran
  • Sersaxä - Salroja şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S)

Îro 6ê Çileya 2022an salroja şehadeta Hezreta Fatimeya Zehrayk (S) keça bi hurmet a pêxemberê mezin ê îslamê Hezretê Muhemed (s) û hevjîna Emîrê Muiminan Hezretê Elî (S) îmamê ewil ê şîeyan e.

Gelê misilman ê Îrana Îslamî li şeva şehadeta xatûna fezîletê, mînaka ifaf û ismetê, hezreta Fatimeya Zehrayê (S) tazîdar in. Hogirên Ehlê Beyta ismet û teharteê (S) bi amadebûna li mizgevt, huseyniye, navendên mezhebî û her wiha merqeda melekûtî ya hezretê îmam Riza (S) îmamê heştan ê şîên cîhanê li Meşheda pîroz û hezreta Meisûmeyê (s) li bajarê Qomê li rê û resma tazîdariya şehadeta mezlûmane a keça pêxemberê Ekrem (S) hezreta Fatimeyê (S) hêsiran dibarînin.

Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) ji zarokatiya xwe va ber destê rênimûniyên bavê xwe, pêxemberê ekrem (S) bi lêzanînên bilind ên îlahî mezin bû.

Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) piştî 18 salan jiyanê ji ber zilmên zav ên hakimên serdemê û xema wefata bavê xwe hezretê Muhemed (S) li gorî hin rewayetan 13`ê Cemadiyulewelê an jî 3`yê Cemadiyusaniya sala 11`ê H.Q şehîd bû.

Radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber salvegera şehadeta hezreta Fatimeya Zehrayê (S) serxweşiyê dibêje hemî misilman û azadîxwazên cîhanê.

 

 

Serepeyv