Çile 05, 2022 22:23 Asia/Tehran
  • Merasima şîndariya şeva şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Merasima şîndariya şeva şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) li huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) tê lidarxistin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Merasima şîndariya şeva şehîdbûna Hezreta Fatimeya Zehrayê (S)  li huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) îro Çarşemî bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî tê lidarxistin.

Ev merasim ji ber dewama belavbûna nexweşiyê û pêwîstiya berçavgirtina tam a rêziknameyên tendurustiyê bêyî amadebûna gel û tenê bi amadebûna axêver û pesnbêjekî tê lidarxistin.

 

 

Serepeyv