Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Çile 04, 2022 20:30 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 34 nexweşên din ên Koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 736 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 4ê Çileya 2022 li Îranê hezar û 706 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 358 nexweş li nexweşxanan de hatin razandi. Herwiha bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 200 hezar û 296 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 44 hezar û 247 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.