Emîr-Ebdullahiyan: Sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tineye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331143-emîr_ebdullahiyan_sîyonîzm_di_pêşeroja_cîhanê_de_ti_cihekî_xwe_tineye
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li berteka li hemberî gotinên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî, pêgirî kir: Sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tineye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2022 19:28 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tineye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li berteka li hemberî gotinên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî, pêgirî kir: Sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tineye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê îro duşemê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî gotinên şaşûpaşo û pûç ên wezîrê karên derve yê Îsraîlê da û bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê berevaniyê ji maf û berjewendiyên miletê xwe dike û di twîtekê de nivîsîbû ku sîyonîzm di pêşeroja cîhanê de ti cihekî xwe tine.

Emîr Ebdullahiyan her wiha got: Bi otorîte û aqilmendiya siyonîzmê di pêşeroja cîhanê de cihê wê nemaye.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid vê dawiyê îdia kir ku rejîm dikare bêyî haya dewleta Amerîkayê êrişî Îranê bike û ji bo parastina ewlehiya xwe "pêdiviya wê bi destûra ti kesî nîne".