Çile 03, 2022 16:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Belgeya hevkariya Îran û Rûsyayê tê dirêjkirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi amajekirina ser hin belge û peymannamên lihevtêgihiştinê di navbera Îran û Rûsiyê de, got: Belgeya sereke ya li ser danîna peywendiyên stratejîk di navbera her du welatan de hîn heye û tê dirêjkirin. "

Seîd Xetîbzade li civîneke rojnamevaniyê li bersiva pirsekê derbarê îmzakirina belgeya hevkariyên stratîjîk di navbera Îran û Rûsiyê de li seredana serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Moskoyê got: Ev seredan bersivek li ser vexwendina serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin e.

Xetîbzade di dewam de got: "Ev serdaneke di çarçêva pêwendiyan û pêwera xebatê û hewl tê dayîn di warên curbicur de gotûbêj û pevguhertina bîr û baweran bê kirin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di bersiva vê pirsê de ku di rojên derbasbûyî de gotûbêj li ser vekişîna Îranê ji hin daxwazên xwe yên li danûstandinên Viyenê hatine kirin, got: Helbet em gotûbêjan di çarçoveya qada giştî de pêş naxin, lê eger îro metneke hevpar hebe, ji ber wê ye ku aliyê rojavayî têgihîştiye ku divê xwe ji daxwazên herî zêde û yên derveyî Rêkeftina Navokî dûr bêxe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir: "Em îro di qonaxekê de ne ku danûstandinên Viyênê dê bikeve nav gotûbêjên bingehîn ser naveroka diyarkirî." 

Xetîbzade di bersiva pirsekê de derbarê gotinên Balyozê Îranê yê li Efxanistanê ku gotibû, eger guhertin di desteya rêveberiya Efxanistanê de bê kirin, Îran dê welatên din teşwîq bike ku hikûmeta Efxanistanê bi fermî nas bikin, eva ku çi guhertin pêwîst e werin kirin got: Wezareta karên derve bi hûrî û zelalî helwêstên Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di dewamê de got: Tiştê ku Îran li Efxanîstanê tekezî li ser wê dike, avakirina hikûmeteke berfireh e ku gişt aliyan bigire ber xwe û ev daxuyanî çendîn caran hatiye gotin.

Xetîbzade herwiha got: Riya paşerojê ya Efxanistanê riya cîbicîkirina îradeya xelkê ye û hemû kes di nav de ye û di derbarê gelê Efxanistanê de jî siyaseta Îranê diyar e û tevî hemû nakokiyan me hewl da ku kêmtirîn zirar û ziyan ji xelkê re hebe. ."

Serepeyv