Çile 02, 2022 10:46 Asia/Tehran
  • Bernameya merasima şîndariya Fatimiyeyê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand ku merasima şîndariya rojên Fatimiyeyê li huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) û bêyî hebûna gel dê were lidarxistin.

Di daxuyaniya ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da hatiye: Tevî dayîna sersaxiyê bi boneya gihîştina rojên şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehrayê (S), tê ragihandin ku meraasima Şîndariyê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re), îsal jî ji ber dewama belavbûna nexweşiyê û pêwîstiya berçavgirtina tam a rêziknameyên paqijiyê, bêyî hebûna gel û tenê bi amadebûna axêverekî û pesnbêjekî (medah) ji roja Duşemiyê, 3ê Çileyê heta Îniyê, 7ê Çileya 2022an piştî nimêja mexrib û eşayê dê were lidarxistin.

Hûrgiliyên bernameyên şîndariyê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê her şev ji kanala yekê ya televîziyonê û kanalên din ên televîziyonî were belavkirin.

Roja Pêncşemiyê, 6ê Çileya 2022an, 3ê meha Cemadî ul-Saniya 1443an a Koça heyvî, salroja şehîdbûna hezreta Fatimeya Zehrayê (S) keça hêja ya Pêxemberê mezin Hezretê Muhemed (S) û hevjîna Mîrê Bawermendan, Elî Ibni Ebî Talib (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

 

Serepeyv