Xetîbzade: Pêşketinên zanistî û lêkolînî di warê asmanî de jî mafê gelê Îranê ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, pêşkeftinên zanistî û lêkolînî ji wan di warê hewayî û esmanî de, ji mafên gelê Îranê nirxand û got: Ti biryarnameyek nikare Îranê ji pêkanîna bernamên lêkolînên fezayî û ceribandinên pêwendîdar ji wan di warê satelaytberan de, qedexe bike.
Li gorî rapora IRNA`yê, "Seîd Xetîbzade" Şeva Înê, li hember atmosfera vê dawiyê ya ku ji aliyê hin rayedarên Amerîkî û Ewropî ve derbarê şandina ceribandinê ya satelaytbera Sîmorxê bo esmîn got: Pêşveçûnên zanistî û lêkolînî ji wan di warê esmanî de, mafê gelê Îranê ye û ev gotinên destêwerdanê, îradeya gelê Îranê ji bo pêşketina di vî warî de têk nabe û lawaz nake.
Xetîbzade herwiha got:Ti biryarnameyek nikare Îranê ji pêkanîna bernamên lêkolînên fezayî û ceribandinên pêwendîdar ji wan di warê satelaytberan de, qedexe bike. Vêca destdanîna ser biryarnama 2231 xeletiyek bêkêr û bi bingehîn nerast e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir: Wek ku berê hatibû gotin, mafê Komara Îslamî ya Îranê ye ku li gorî pîvanên navneteweyî di warê pêşdebirina zanistî-lêkolînên xwe de teknolojiyên aştiyane bi kar bîne û di vê mijarê de li benda raya hin welatan namîne da ku bawera xwe bidin sepandin.
Xetîbzade her wiha destnîşan kir: Hikûmet û gelê Îranê spasdarê nûjenkariyên zanistî û teknolojiyên aştiyane yên xwecihî yên ewladên xwe yên zanyar e ku di warê esmanî de di heyama dorpêçên neyasayî û nerewa de bi dest ketine.
Wezareta Parastinê ya Îranê roja Pêncşemê bi serketî şandina satelaytê ya Sîmûrxê bo fezayê ragihand.