Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê bi helkefta duyemîn salvegera terorkirina Şehîd Qasim Silêmanî
Wezareta karên derve ya Îranê ragihand: General şehîd Qasim Silêmanî hertim li gorî siyasetên prensîp ên Komara Îslamî ya Îranê li alîkariya ji bo pêkanîna aşitî û aramiyê li asta navçeyî û navneteweyî de rol lîstiye.
Wezareta Derve ya Îranê bi minasebeta duyemîn salvegera şehadeta serdarê egîd û mêrxasê Îslamê, General Qasim Silêmanî daxuyaniyek da û tê de ragihand: Hikûmeta Amerîkayê bi sepandina pîvanên dualî û durûtî û îdiayên derewîn, ji wan îdiayên li dijî terorê, bi kiryareke tawankarane ku binpêkirina rêgez û prensîbên hiqûqa navneteweyî ye, li dijî Serdarê Şehîd Silêmanî wek yek ji berpirsên herî bilind ên Komara Îslamî ya Îranê ku li welatê Iraqê wek mêvan bû, plankariya êriş û kiryareke terorîstî kir.
Di vê daxuyaniyê de her wiha hat gotin: “Kiryarên rayedarên demê yên Amerîkayê di terorkirina eşkera ya şampiyonê navneteweyî yê li dijî terorê de ji bo piştgirîkirina komên têrorîst bû ku bi eşkere derewên dewekarên têkoşîna li dijî terorê eşkere kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de wiha tê gotin: Şehadeta Serdar Silêmanî, Ebû Mehdî El-Muhendis û hevalên wan, ne tenê hêza berxwedanê kêm nekir, lê ji aliyê din ve di qada navxweyî ya Îranê bû sedema hevgirtin û yeketiya neteweyî û yekitiyê û ji aliyê din ve stratejî û gotara berxwedanê ronî û eşkera kir.
General serdar Qasim Silêmanî, fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdaran û Ebû Mehdî El-Muhendis, cîgirê serokê Haşdî Şebî ya Iraqê tevî 8 kesên din di 3ê Çileya 2020an de di êrîşeke asmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkî de li nêzîkî firokexaneya Bexdayê li Îraqê hatin terorkirin û şehîdkirin.