Li başûrê Îranê erdhejek bi pileya 5 rîşterî qewmî
Kanûn 27, 2021 21:33 Asia/Tehran
Îro duşemê erdhejek bi pileya 5.0 rîşteran li Keleha Qazî ya parêzgeha Hormuzganê li başûrê Îranê hejand.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, îro saet 11.01 ser dema Îranê erdhejek bi kûrahiya 15 km û bi giraniya 5 rîşteran di navbera parêzgehên Hormuzgan û Kirmanê li devera Keleha Qazî qewmî.
Heta niha ti agahiyek derbarê xisarên canî û aborî belav nebûye.