Qalîbaf: Têkiliya çêker a peyrewên olên îlahî dibe sedema pêkanîna edaletê û pêşketina civaka mirovî
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di peyamekê de ji bo serokên meclisên welatên mesîhî, jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh (e.s.) pîroz kir û tekez kir: Têkiliya çêker a peyrewên olên îlahî dibe sedema pêkanîna edaletê û pêşketina civaka mirovî.
Li gorî rapora ISNA`yê, "Mihemed Baqir Qalîbaf" Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di peyamekê de ji bo serokên meclisên mesîhiyan, jidayikbûna Îsa Mesîh (e.s.) pîroz kir û amadetiya Meclisa Şêwra Îslamî ji bo berfirekirin û bihêzkirina peywendiyên parlemanî yên di navbera parlemanên welatan de, şêwirkirin û danûstandina nêrînan li ser mijarên li gor berjewendiya dualî ragihand.
Di peyama pîrozbahiyê ya Qalîbaf de wiha tê gotin: Hz. Îsa Mesîh (e.s) di xurtkirina aştî, hezkirin û dostaniyê de mizgîniya bexteweriya însanan daye; ku pêwendiya çêker a peyrewên olên îlahî dê bibe sedema pêkanîna edaletê û pêşketina civaka mirovî.