Kanûn 25, 2021 20:00 Asia/Tehran
  • Reîsî: Tetdbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn nîşana karîna Îranê ya parastina berjewendî û ewlehiya netewî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Her tevgereke dijminane ya dijminan dê rastî berteka bibiryar a hêzên çekdar ên Îranê bê.

Li gorî navenda ragihandinê ya Serokomariyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî roja Şemîyê li civîna civata wezîran, ji hewlên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê bo parastina hevdemî ya asayîşa gelê Îranê û asayêşa netewên navçê qedirzanî kir û Tetdbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn  nîşana aşkera ya vîn û îrade û şiyana Komara Îslamî ya Îranê bo parastina berjewendî û ewlehiya gelê Îranêda zanîn.

Reîsî destnîşan kir: Her liv û tevgereke dijminane ji aliyê dijminan ve dê rastî bersiveke giştalî û bibiryar a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê were û hevkêşeyên stratejîk bi awayekî berçav biguherîne.

Qonaxa dawîn a meşq û  tetbîqata hevpar a Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn, bi hevdemî 16 mûşekên menzîl-dûr, menzîl-navîn û menzîl-kurt ên Hêza Esmanî ya Sipahê Pasdaran ber bi armancên ku ji berê ve hatibûn diyarkirin hatin avêtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi pîrozkirina salvegera jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh (S) got: Îsa Mesîh peyamnêrê berxwedanê li hember zalim û serdestxwazan bû û ev derseke mezin e ku divê her kes wê hîn bibe.

Serepeyv