Kanûn 25, 2021 17:49 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jidayikbûna Îsa Mesîh (S) pîroz kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh li mesîhiyên cîhanê û hemwelatiyên mesîhî yên îranî pîroz kir.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, Berdevkê Wezareta Karên Derva "Seîd Xetîbzade" di twîttera xwe de amaje bi rojbûna Hz. Îsa Mesîh (S) kir û hêvî xwest ku sala nû bibe sala aştî, tenduristî û xweşiyê.

Xetîbzade her wiha got: “Gelek xelkê cîhanê ji wan hemwelatiyên me yên mesîhî yên li Îranê (di dîrokeke cuda de) cejna jidayikbûna Îsa (S) pîroz dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha wêneyekî Dêra St. Tadîyos ku li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê ye, ku di nav mîrata cîhanî ya UNESCO de cih digire, di vê twîttera xwe de belav kir.

Îro (şemî) 25ê Kanûnê a 2021ê jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh (e.s.) e.

Serepeyv