Peyama tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) ji bo dijminan, nîşandayîna desthilatdarî, pêşîlêgirtina çalak û jîr e
Berdevkê tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn tekez kir: Peyama vê tetdbîqatê ji bo dijminan, nîşandayîna desthilatdarî, pêşîlêgirtina çalak û jîr e û ji bo dost û hevalên navxweyî û cînaran jî peyama biratî, dostî, îstiqrar û ewlehî ye.
Berdevkê tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn, "serdar general Ebas Nîlforoşan" di bernama taybet a nûçeyan a Kanala Du ya televîziyona Komara Îslamî ya Îranê de, bidawîhatina bi serketin a tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî li fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, gelê bi şeref ê Îranê û gişt pasdar û şervanên Îslamê yên beşdarê vê tetdbîqatê pîroz kir û got: Ev tetbîqat yek ji wan projeyên herî pêşkeftî ye ku me di vê astê, hejmûnî û rêjeyê de tetdbîqateke wiha tunebûye.
Serdar Nîlforoşan herwiha got: Di vê tetbîqatê de me şert û mercên herî tevlîhev û asta herî bilind a tehdîdê di warên curbecur ên şer de dîzayn kir.
Berdevkê tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn di dewamê de diyar kir: Di vê tetbîqatê de me fuzeyên(mûşekên) manevrayê yên ku dikarin ji qubeyên hesinî û mertalên berevaniyê yên dijmin derbas bibin, hatin bikaranîn. Ev mûşek yên herî nûjenin ku her hedefkê bi diqet ji nav dibin.
Serdar Nîlforoşan her wiha got: “Me balefirên bêfirokevan ên ji bo êrişan hebûn ku ji 360 derceyan dikarin êrişî armancên diyarkirî bikin.”
Berdevkê tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn desnîşan kir: Di warê mûşekî û firokeyên bêfirokevan de, em ewqas pêş ketine ku serweriya leşkerî li Rojavayê Asyayê bi van pêşketinên nû di warê firokeyên bêfirokevan û mûşekan de hatiye guhertin û hevkêşî ber bi rêgirtineke çalak û aqilmendane ve di berjewendiya Komara Îslamî de bûye.
Serdar Nîlforoşan her wiha got: Rejîma dagîrkerê Qudsê şiyana rûbirûbûna bi welat û girûpên dost ên Komara Îslamî ya Îranê re li Filistîna dagîrbûyî tuneye û berdewam di şer de têk diçe.