Kanûn 25, 2021 11:19 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, pîrozbahî li mesîhiyên cîhanê kir

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di peyamekê de cejna jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (S) û Cejna Noelê li Xirîstiyanên cîhanê bi taybetî jî li hevwelatiyên Mesîhî yên Îranê pîroz kir.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve; Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi boneya jidayikbûna Hz.Îsa Mesîh (e.s) û Cejna Noelê li Xirîstiyanên li çaraliyê cîhanê, bi taybetî jî li xrîstiyanên Îran pîroz kir.

Di peyama Wezîrê Derve yê Îranê de wiha hatiye gotin: Jidêbûna Hz.Îsa Mesîh (e.s.), Pêxemberê aşitî û hevaltiyê û alahilgirê dilovanî û hevduheziyê û her wiha hatina Cejna Noelê wek cejna şahiya mesîhiyan li seranserê cîhanê bi taybetî li hevwelatiyên mesîhî yên niştimanperwer ên îranî pîroz dikim.

Emîr-Ebdullahiyan peyama xwe wiha domandiye: Di van demên dijwar ên niha de ji ber belavbûna Koronayê, pêwîstiya hemû mirovatiyê roj bi roj zêdetir bi hevaltî û bi cihanîna peyamên ronî û esmanî yên pêxember û qasidên Xwedê teala heye. Di vê heyamê de her kes bi hêviya aşitî û jiyana hevbeş a peyrewên olên Îbrahîmî û ji holê rakirina zulm û neheqiyê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê peyamê de destnîşan kir ku ji bo hemû gelên cîhanê bi taybetî ji bo peyrewên ola Îsa Mesîh (e.s.) ez sala tendirustî, şahî û bextewariyê hêvî dike.

Serepeyv