Avêtina hevdem a 16 mûşekên balîstîk di Tetdbîqata Pêxemberê Ezem (S) de
Di qonaxa dawiyê ya tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî de, 16 mûşekên balîstîk ên ji çînên cuda hevdem hatin avêtin û armancên ji berê diyarkirî hatin îmhakirin.
Li gorî rapora roja Îniyê ya Îranê Pressê, Di qonaxa dawiyê ya tetbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî de, hevdem 16 mûşekên menzîl dirêj, navîn û menzîl kurt ên Hêza Esmanî ya Sipahê Pasdaran ber bi hedefên ku ji berê ve hatibûn diyarkirin hatin avêtin.
Di vê qonaxa tetbîqatê de mûşekên Emad, Qedr, Secîl, Dêzfûl û Zulfeqar, çeperên hestyar ên sîmulekirî yên dijmin bi rastbûn û diqeta %100 kirin hedef û rûxandin.
Hevdem ligel avêtina mûşekan, 10 firokeyên bêfirokevan ên êrişkar ên Hêza Asmanî ya Sipayê Pasdaran, hevdem eslê tevgerê û armancên ji berê diyarkirî de jinavbirin.
Li gorî vê raporê, bikaranîn mûşekên sotemeniya hişk ji bo derbasbûna ji mertalên dijmin, avêtina hevdemî û lêdana hevdem û zêdekirina amadetiya ji bo şer, taybetiyên beşa dawî ya Manovr û tetdbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî bû.
Fermandarê Hêza Hewayî-Esmanî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî Serdar "Amirî Elî Hacîzade" li qonaxa dawî ya vê tetdbîqatê ji rojnamevanan re got. Operasyonên mûşekî û firokeyên bêfirokevan di vê beşa meşqê de hat kirin û me dît ku hem karê avêtina mûşek û balafiran bi diqet û dirustî cih hat hem jî mûşek û balefirên bê firokevan bi awayekî rast û dirust li hedefên diyarkirî ketin.
Tetdbîqata Pêxemberê Ezem (S) a 17emîn ji roja Duşemê bona 5 rojan li peravên Kendava Farsê, Tengava Hormuz û herêma giştî ya parêzgehên Hormuzgan, Buşehr û Xuzistanê bi amadebûna hêzên bejahî û deryayî yên Sipayê Pasdaran hat lidarxistin û yekîneyên hêzên hewayî û esmanî û hin yekîneyên seferberiya gel (Besîca Mustezefan) di vê tetdbîqatê beşdar bûn.