Tetbîqata leşkerî hevpar a Pêxemberê mezin (s)-17: Mûşekên krûz ên nuqtejen ên deryayî hatin avêtin
Roja çarem a Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê mezin (s)-17 bi avêtina mûşekên nuqtejen ên krûz ên deryayî bi birra navîn û operasiyona asimanî ya dronên Hêza deryayî ya Sipahê bi dawî bû.
Avêtina mûşekên nuqtejen ên krûz ên deryayî ji sekûyên seravî û perravî û lêketina hevdem li armancên diyarkirî li deryayê bi amadebûna edmîralê pasdar Elîreza Tengsîrî, Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û komeke fermandarên payebilind ên Biryargeha navendî ya Xatem el-Enbiya (S) bi awayekî serketî cih hat,
Her wiha di beşeke din a bernameyên roja çarem a Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê mezin (s)-17 da, operasiyona asimanî ya dronên hêza deryayî ya Sipahê, dronekê bi awayekî hevdem li du armancan xist û serdestiya itilaatî li ser baregehên dijminê xeyalî, kontrol û şopandina navçeya gelemperî ya Tengava Hormuzê û rojhilata wê û avêtina mûşekan ser baregehên dijminê xeyalî pêk hat.
Di vê operasiyonê da bi awayê hevddem 3 dron bi qabiliyetên ciyawaz ên cengî, naskirin, optîkî, sîgnalî, releya telekomê û çendmebestî hatin bikaranîn.