Kanûn 23, 2021 08:54 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey şehîdbûna balyozê Îranê li Yemenê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber koça dawî ya wek şehîdan a Hesen Îrlo balyozê têkoşer û kêrhatî yê Îranê li Yemenê, pîrozbahî û sersaxî da.

Di peyama hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da hatiye: Ez ji ber koça dawî ya wek şehîdan a balyozê têkoşer ş kêrhatî yê Komara Îslamî ya Îranê li Yemenê, Hesen Îrlo ssersaxî û pîrozbahiyê didim binemala hêja û dost û hevfikrên wî di qonaxên têkoşîna ndemdirêj a wî da.

Wî ragihand: Dosyeya wî ya tijî şanazî, pêkhatî ji têkoşînên siyasî û hewildanên dîplomasî û livdariya civakî ye. Du birayên beriya wî şehîd bûne. Rehmeta Xwedê li vî birayê cîhadger û binemala wî ya bi hedar û besîr û fedakar be.,

 

Serepeyv