Kanûn 21, 2021 11:57 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Divê civaka navdewletî giringiyeke taybet bide rewşa jiyana xelkê Efxanistanê

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina digel Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ragihand ku hêza Îranê ji bo pêşkêşkirina xizmetên nû ji penaxwazên nû re têrê nake û di dewamê de got: Divê civaka navneteweyî girîngiyeke taybet bide rewşa jiyana xelkê Efxanistanê.

Li gorî rapora şeva Duşemê ya IRNA`yê; Komîserê Bilind ê Karûbarên Penaberan Filippo Grandi ku ji bo hevdîtina bi rayedarên Îranê re li Tehranê ye, îro bi Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin pêk anî û li ser pêngavên UNHCR bi taybetî di warê penaberên Efxan de raporek pêşkêş kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser zêdetir ji 520 hezar xwendekarên biyanî yên li Îranê ku bi awayekî bêpere dixwînin û vaksînlêdana penaberên Efxan jî wek welatiyên Îranê hatiye berçavgirtin û got: Îran şiyana pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêde ji bo penaxwazên nû tine û divê civaka navdewletî giringiyeke taybet bide rewşa jiyana xelkê efxan.

Wî pesna UNHCR ji bo xizmetên wê da, lê got ku hejmara penaberên efgan ku ber bi sînorên cînar ve diçin "gelekî zêde" ye vêca ji ber vê yekê alîkariyaên vê rêxistinê têr nakin. Wî di dewamê de got: Krîza girseya penaberan ku ber bi welatên cînar bi rê ketine ewqas zêd ye ku li hemberî wê qebareya alîkariyên navdewletî "pir kêm" e.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişande ser wê yekê ku welatên ewropî divê pişka xwe di vî warî de bidin û her deme ku çend hezar penaberan li ser sînorên Ewropayê kom dibin, eva ji welatên ewropî re dibe qeyraneke mezin, vêca nabe ku ew bi hêviya Îranê bibin ku heta hetayê alîkariyê bike.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha pêşniyar kir ku UNHCR û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî konferansa navneteweyî ya komkirina alîkariyan ji bo gelê  Efganîstanê têxin rojevê.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Fîlîpo Grandî jî pesna hewldanên berfireh ên Îranê ji bo alîkariya penaberên nû li Efxanistanê da.

Wî vaksînekirina penaberên efxan di rêjeyek zêde de û bicihkirina penaberên nû ku rojane derbasî nav sînorên Îranê dibin, gaveke mirovî û girîng bi nav kir û got: Zêdekirina çalakiyên UNHCR û çavkaniyên darayî li hundirê Efxanistanê niha tên şopandin."

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) got ku fikra lidarxistina civîneke navneteweyî ji bo berhevkirina dirav ji bo gelê Afganî girîng e.

Serepeyv