Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330818-amara_herî_dawiyê_ya_koronayê_li_Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 41 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 131 hezar û 124 kesan
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2021 19:34 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 41 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 131 hezar û 124 kesan

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 20ê Kanûna 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 390 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan 478 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 173 hezar û 369 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 6 milyon û 9 hezar û 489 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî  yên welatan, heta niha zêdetirî 275 milyon û 84 hezar kes li seranserê cîhanê tûşî vîrusa koronayê bûne û zêdetirî 5 milyon û 372 hezar kes jî bi nexweşiya Covid-19ê jiyana xwe ji dest dane.