Kanûn 20, 2021 22:52 Asia/Tehran
  • Tetbîqata hevpar a Pêxember Ezem (S)-17 li peravên başûrê Îranê dest pê kir

Alîkarê Serokê Operasyonên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ji destpêkirina tetbîqata "Pêxemberê Ezem-17" li Kendava Farsê, Tengava Hurmuz û peravên parêzgehên Hormuzgan, Bûşehr û Xuzistanê xeber da.

Li gorî nûçeya Ajansa Îran Pressê, Alîkarê Serokê Operasyonên Sipahê Pasdaran û Berdevkê Ragihandina Tetbîqata Hevbeş a "Pêxemberê Ezem-17" serdar general Abas Nîlforûşan” destpêbûna vê tetbîqatê ragihand û got: Ev tetbîqat ji îro duşemê pê ve ji bo pênc rojan li peravên Kendava Farisî, Tengava Hormuz û devera giştî ya parêzgehên Hormuzgan, Bûşehr û Xuzistanê bi amadebûna yekîneyên bejayî, deryayî û asmanî yên Pasdaran tê lidarxistin. Her wiha hin yekîneyên Besîca Gelanî jî tê de beşdar dibin.

Serdar general Nîlforûşan amaje bi curbecuriya hêz û yekîneyên beşdar di tetbîqatê de kir û got: “Meşqa rûbirûbûna li hember tehdîdên curbicur ku taybetmendiya hevdemî, berdewamî û tevlîheviyê li deverên nerm, nîv hişk û hişk hene, ji bo yekem car e. ev ev babet di tetbîqatê tên bikar anîn.

Serepeyv