Li ser santrala nukleerî ya Buşehrê tetbîqata Hêzên Çekdar
Kanûn 20, 2021 10:40 Asia/Tehran
Alîkarê siyasî û ewlekariyê yê parêzgarê Buşehrê li başûrê Îranê ji lidarxistina meşqa hêzên çekdar li ser santrala etomî ya Buşehrê agahî da.
Cîgirê siyasî û ewlekariyê yê parêzgarê Buşehrê Mihemed Teqî Îranî ji ajansa IRNAyê re got: Bi mebesta amadekariyên ji bo zêdekirina şiyana berevaniyê ya hêzên çekdar, îro danê sibê tetbîqatek li ser santrala etomî ya Buşehrê hat lidarxistin.
Îranî her wiha got: Ev meşq bi amadekariya pêwîst û hemahengiya tam a hêzên çekdar hatiye lidarxistin.
Cîgirê siyasî û ewlekarî yê parêzgarê Buşehrê her wiha got: Berî vê yekê jî derbarê vê meşqê de agahî hatibûn dayîn.
Îranî amaje bi wê yekê kir: Ev tetbîqat li başûrê parêzgeha Buşehrê û Kendava Farsê bû.