Amarên 24 saetên dawiyê yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 63 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 946 kesan.
Li gorî amara Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 16ê Kanûnê diyar kir ku 2 hezar û 500 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 358 kesên wan di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di qerentîneyê da man.
Li gorî amara herî dawiyê heya niha li Îranê 6 milyon û 165 hezar û 454 kes bi nexweşiya Covid-19 ketine.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 990 hezar û 898 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li welêt heta niha 40 milyon û 463 hezar û 565 testên teşxîsê yên Kovîd-19ê hatin kirin.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 58 milyon û 976 hezar û 573 kesan doza yekem, 49 milyon û 989 hezar û 114 kesan doza duyem û 3 milyon û 307 hezar û 997 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 112 milyon û 273 hezar û 684 dozî.
Di 24 saetên dawiyê de li welêt 391 hezar û 770 dozên vaksîna koronayê hatin lêdan.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 272 milyon û 585 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 348 hezar kesan jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.