Kanûn 14, 2021 09:32 Asia/Tehran
  • Elî Baqirî: Hin lîstikvan dewsa dîplomasiyê li dû nîşandana qaşo aliyê qusûrkar in

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê got: Hin lîstikvan dewsa dîplomasiya rasteqîn li sser adeta xwe ya nimandina qusûrkar tekeziyê dikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Baqirî Kenî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê roja Sêşemiyê tevî amajeya bi pêvajoya gotûbêjên rakirina boykotan li twîterê nivîsî: Me bilez pêşniyar raber kirin û bi awayekî avaker û guhêrbar me hewil da ku nakokî kêm bibin.

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Dîplomasî kolaneke dualî ye, eger vînek ji bo cebirandina xetaya qusûrkar hebe, rê ji bo lihevkirina baş û bilez xweş dibe.

 

Di dora heftem a gotûbêjan da, taxima gotûbêjker a Îranê, bi dahêneriyeke pratîkî ya cidî, nivîsên xwe yên pêşniyarî di çarçova du mijarên "Rakirina boykotên zalimane" û "Mijarên Navokî" raberî aliyê hember kirine.

 

Serepeyv