Kanûn 12, 2021 23:45 Asia/Tehran
  • Amara Koronayê ya 24 saetên dawiyê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 61 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 722 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekcşemê 12ê Kanûnê, 2 hezar û 289 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 357 kes ji wan di nexweşanan de hatin razandin û ketine ber tedawiya kûr. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 154 hezar û 813 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 969 hezar û 591 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 270 milyon û 72 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 319 hezar kesan jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv