Serdar Selamî: Berhemanîna hêzê ya Îranê tam hişmendane û bi armanc e
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Berhemanîna hêzê ya Îranê îlhamgirtî ji stratejiyeke bihêz, tam bi armanc û hişmendane ye.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Serdarê serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di merasima zêdebûna 110 qayîqên tundrê û mûşekhavêj li Hêza deryayî ya Sipahê li Bender Ebasa başûrê Îranê, got: Komara Îslamî ya Îranê tevî boykotên zalimane yên Amerîka û hevpeymanên wê, hêza xwe ya berevaniyê berfieh dike.
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dagirker û koledar bi armanca talankirina çavkaniyên welatên îslamî hatin Rojhilata Navînê û Bakurê Afrîqayê û Îrana Îslamî bi derswergirtina ji van rastiyên xembar, xwest ku serxwebûna xwe biparêze û hêza xwe ya berevaniyê berfireh bike.
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vê yekê ku welatên îslamî madem ku serxwebûn, iqtidar û cîgeha xwe ya zanistî û teknîkî bi dest nexin, dê serbixwe nebin, got: Îrana Îslamî bi stratejiya bêbandorkirina boykotên zalimane, riya serxwebûna rasteqîn derbas dike.
Bi amadebûna Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, 110 qayîqên tundrê yên êrîşker ên Aşûrayê tev li rêxistina şêrr a Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bûn.
Ev qayîq xwedan qabiliyeta manovra zêde, qabiliyeta mûşekavêtinê û roketavêtinê bi şiyana naskirin-itilaatî ne.