Emîr-Ebdullahiyan: Em geşedana mayînde ya aborî bêyî berçavgirtina gotûbêjên Viyenê dişopînin
Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vê yekê ku nêrîna li Asyayê ji yekemayetiyên siyaseta derveyî ya dewletê ye, destnîşan kir: Em geşedana mayînde ya aborî bêyî berçavgirtina gotûbêjên Viyenê dişopînin.
Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê di komcivîna serokên bijartî yên Nûnertiyên Komara Îslamî ya Îranê li derveyî welêt, bi gotina vêya ku siyaseta derveyî herî zêde bala xwe dide ser welatên cînar, got: Dirûşmeya siyaseta derveyî ya dewletê, siyaseta derveyî ya hevseng û dîplomasiya çalak û hişmend e û bernameya çarsalî ya dewletê di vî warî da hatiye plandarêştin.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi memûriyeta Wezareta karên derve di warê bêbandorkirin û rakirina boykotan da, got: Di vî warî da erka me ev e ku em bi rêbazeke înqilabî û cîhadî bimeşin.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Em geşepêdana mayînde ya aborî bêyî nêrîna li gotûbêjên Viyenê dişopînin, tevî vê yekê erka bingehîn a saziya dîplomasiyê ev e ku ji bo rakirina boykotên zalimane û yekalî yên Amerîkayê, hemî zanist, hewil û tecrubeya xwe ya dîplomatîk bi kar bîne.
Emîr-Ebdullahiyan got: Em ê di rojên bê da yekemîn civîna Konseya îraniyên derveyî welêt bi serokatiya serokomêr li dar xînin û em hêvîdar in ku pesendkirina qanûna piştgiriya ji îraniyên derveyî welêt ji encamên vê civînê be.