Kanûn 11, 2021 09:16 Asia/Tehran
  • Dewama şêwirînên dîplomatîk ên Baqirî li Viyenê; Civîn di gel wezîrê derve yê Otrîşê

Elî Baqirî Kenî Alîkarî siyasî yê wezîrê derve yê Îranê ku ji bo beşdariya di gotûbêjên bi armanca rakirina boykotan çûye Viyenê, di dewama şêwirînên xwe yên dîplomatîk, roja Înê di gel Alêksandêr Şalênbêrg (Alexander Schallenberg) wezîrê derve yê Otrîşê civiya.

Li gorî rapora Fars Newsê, Elî Baqirî tevî amajeya bi hevdîtina xwe tev wezîrê derve yê Otrîşê û bi gotina vêya ku reftara berpirsiyarane ya Îranê, Lihevkirina Navokî zindî ragirtiye, li twîtekê nivîsî: Helahelaya derew a derveyî odeya gotûbêjê tu bandorekê di cidîbûna gotûbêjan da çênake.

Wî her wiha ragihand: Du alî her wiha di vê civînê da derbaarê pêwendiyên dualî û navneteweyî û gotûbêjên Viyenê axivîn.

Serepeyv