Xetîbzade: Divê her kes siyasîkirina werzîşê şermezar bike
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê pêncşemiyê şev li berteka li hemberî kiryara dijminane ya Amerîkayê û hevpeymanên wê li boykotkirina dîplomatîk a Olempîka Zivistanê ya 2022`an a Pekînê got: Divê her kes siyasîkirina werzişê şermezar bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, "Seîd Xetîbzade" li ser Twitterê bi rexnekirina boykotkirina dîplomatîk a Olempîka Zivistanê ya Pekînê ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê ve, hevgirtina Îranê bi Çînê re li hemberî kempînên wêranker ên rojava ragihand.
Xetîbzade li ser Twitterê nivîsî: Çi boykota dîplomatîk a Olempîka Zivistanê ya Pekînê ya sala 2022 an bêparkirina tîmên Îranê ji îmkanên darayî, divê her kes siyasîkirina werzîşê şermezar bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Em bi xîret in ku di vê pêşbirkê de beşdar bibin û hevgirtina xwe bi Çînê re ku bûye hedefa kempîneke wêranker nîşan bidin.
Amerîkayê bi hinceta binpêkirina mafên mirovan, Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê yên sala 2022an di warê dîplomatîk de boykot kir.
Hin welatên wekî Kanada, Awustralya, Zelanda Nû û Brîtanyayê, biryara Waşîngtonê şopandin û Olîmpiyadên Zivistanê yên Pekînê yên sala 2022an di warê dîplomatîk de boykot kiri. Lê Sêûl, hevalbenda Waşîngtonê li navçê, ne tenê biryara Amerîkiyan bi cih neanî, belkî beşdariya wê pêşbirka werzişî ji bo alîkarîkirina aştiya di navbera her du Koreyan de bi feyde da zanîn.
Çînê ev Kiryara Amerîka ku bi heceta binpêkirina mafê mirovan pêk aniye, bi taybet ya ku bi navê Jenosîda uguran li Sîn Kiyanga Çînê daye zanîn şermezar kir û di vê barê de Zhao Lijian, berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, got: Tawana jenosîd û qirkirina Çermsoran ji her welatekî din layiqê Amerîkayê ye.