Kanûn 08, 2021 23:53 Asia/Tehran
  • Wezîr Derve û Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji Hindistanê re sersaxî xwest

Wezîrê karên derve û berdevkê wezareta karên derve ya Îranê di peyamên cuda de ji bo dewleta Hindistanê hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya Sererkanê Hevbeş ya Hêzên Çekdar ên vî welatî nîşan dan.

Îro Çarşemê Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi boneya koça dawî ya General Bipin Rawat, Serokerkanê Hevbeş yê Artêşa Hindistanê di peyamekê de ji Wezîrê Derve yê Hindistanê Subramaniam Jaishankar re peyameke sersaxiyê şand.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade bi boneya koça dawî ya Serokerkanê Hevbeş yê Artêşa Hindistanê, peyameke sersaxiyê ji hikûmet û gelê Hindistanê re şand.

Helîkoptereke Hêza Esmanî ya Hindistanê ku General Bipin Rawat, Sererkaniya Hevbeş tê de bû, îro Çarşemê li eyaleta Tamil Nadu ya li başûrê Hindistanê li çiyayekî ket.

Wezareta Parastinê ya Hindistanê candayîna Serokerkanê Hevbeş ya Hêzên vî welatî piştrast kir.

Di bûyerê de 5 leşkerên din ên payebilind ên Hindistanê jî hatin kuştin.

Serepeyv