Kanûn 08, 2021 12:17 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran di danûstandinên cidî de ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê bi gotina vê yekê ku Îran li gotûbêjên Viyenê cidî ye, bal kişand ser vê yekê ku Îran çaverê ye ku pêşniyarên wê yên aqilane bi baldarî werin berçavgirtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Hisên Amir-Ebdollahiyan" li hevdîtina bi endamên Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku hewla teqez a koma muzakereyên Îranê li Viyenê ji bo bidestxistina armancan e. Divê armanca gelê Îranê ku rabûna dorpêç û ambargoyan e di vê pêvajoyê de serê xwe bigire.

Di vê hevdîtinê de, Emîr-Ebdullahiyan herwiha bal kişand ser siyaseta hevseng, dînamîk û aqilane ya derve ya dewleta Îranê û berûlayên curbicur ên siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşxistina peywendiyên digel cîranên xwe di çarçoveya cînartiya baş de şirove kir. 

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi du serdanên vê dawiyê yên serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî bo Tacîkistan û Turkmenistanê kir û got: Beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê li Rûniştina Serokên Saziya Hevkariya Şanghayê û her wiha li Rûniştina Serokên Saziya Hevkariya aborî ya ECOyê û bi dehan hevdîtinên li kêleka van rûniştinan û peyman û lihevhatinên dawiya hevdîtinan yên îmzekirî, destkeftên baş li berfirekirina peywendiyên bi cîranan re ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêştir destnîşan kiribû ku heyeta Îranê li Viyenê muzakereyên aqilane, xurt, qayîm û bi encamgir didomîne û heke welatên rojavayê niyeta xêr hebin, lihevkirinek baş dê bidest keve.

Di danûstandinên Viyenê de Îranê du pêşniyar pêşkêş kirine ku du mijarên “Rakirina mueyîdeyên zordarane” û “Pirsgirêkên nukleerî” digirin ber xwe.

Gera nû ya danûstandinan ji bo rakirina cezayên li ser Îranê roja Duşema borî (29ê Mijdarê) li Viyenê dest pê kir.

Serepeyv