Kanûn 06, 2021 16:21 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran pişta ewlehiya welatên dorhêla Kendava Farsê digire

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Ewlehiya welatên navçeyê girêdayî bi hev e û Îran pişta ewlehiya welatên derdora Kendava Farsê digire.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di hevdîtina di gel Şêx Tehnûn bin Zayid Alê Nehyan Şêwirmendê Ewlkehiya Neteweyî ya Imaratê tevî amajeya bi raboriya peywendiyên dostane navbera du welatan, got: Pêwendiyên baş di gel welatên navçeyê ji yekemayetiyên siyaseta derveyî ya dewleta nû ya Îranê ye û ji ber vê yekê em ji berfirehkirina peywendiyan di gel Imaratê pêşwazî dikin.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Di peywendiyên du welatên misilman anku Îran û Imaratê da, nabe ku berbendek hebe û ev peywendî neke bin bandorên biyaniyan.

Reyîsî got: Siyaseta dijminên welatên navçeyê, poêkanîna tirsê navbera welatên cînar e, lê ev komplo bi hişmendî û hevtêgihîştinê dê pûç bibe.

Şêwirmendê Ewlkehiya Neteweyî ya Imaratê jî di vê hevdîtinê da got: Em zarên vê navçeyê ne û çarenûseke me heye, loma berfirehkirina pêwendiyên du welatan di rojeva me da ye û em amadeyî berfirehkirina hevkariyan bi Têhranê ra ne.

Şêx Tehnûn bin Zayid Alê Nehyan Şêwirmendê Ewlkehiya Neteweyî ya Imaratê îro gihîşte Têhranê.

Serepeyv