Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330454-amarên_dawî_yên_koronayê_li_Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 58 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 124 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2021 20:14 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 58 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 124 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 4ê Kanûnê, 2 hezar û 157 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 131 hezar û 356 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 916 hezar û 199 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ragihand ku di 24 saetên borî de 275 hezar û 562 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdan.

 Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 57 milyon û 993 hezar û 547 kesan doza yekem, 47 milyon û 929 hezar û 171 kesan doza duyem û milyonek û 220 hezar û 439 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 107 milyon û 143 hezar û 157 dozî.