Kanûn 02, 2021 16:47 Asia/Tehran
  • Baqirî: Îran di bin tu zextekî da naxwaze ku lihevkirinekê pêk bîne

Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê got: Îran di bin tu zextekî da hazir nîne ku lihevkirinekê derbarê bernameya meyandina navokî ya xwe pêk bîne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Elî Baqirî Kenî, Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê û gotûbêjkerê payebilind ê taxima Îranê di gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotan di hevpeyîvîna di gel malpera inglîzî ya Meadle East I'ê da got: Îran di bin tu zextekî da hazir nîne ku lihevkirinekê derbarê bernameya meyandina navokî ya xwe pêk bîne.

Elî Baqirî Kenî, Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Aniha vegeriyana bo sozdariya tam derheqê Lihevkirina Navokî û rakirina boykotên dijî Îranê girêdayî bi Joe Bidenê serokomarê Amerîkayê ye, ji ber ku Waşîngton yekemîn alî bûye ku bi awayê yekalî di sala 2018an da ji vê lihevkirinê derketiye.

Baqirî derbarê pêvajoya gotûbêjên niha yên Viyenê jî got: Komara Îslamî ya Îranê gelekî derbarê gotûbêjan cidî ye û hebûna taxima Îranê li Viyenê, nîşana vîn û cidîbûna Îranê di gotûbêjan da ye.

Elî Baqirî Kenî, Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku bi niyeta baş derbarê vejiyandina Lihevkirina Navokî gotûbêj bike.

Dora nû ya gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotan û vejiyandina Lihevkirina Navokî di roja duşemiyê, 29ê Mijdara 2021ê li Viyena paytexta Otrîşê dest pê bûye û hema wisa didome.

 

Taxima Îranê li Viyenê 2 belgeyên xwe yên pêşniyarî di çarçova du mijarên rakirina boykotên zalimane û mijarên navokî radestî Koma 4+1ê li gotûbêjên Viyenê kirine.

 

Serepeyv