Kanûn 02, 2021 12:11 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Dawakerên cîhanî yên mafên mirovan, piştgirên cinayetên Sedam bûn

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi cinayetên Sedam, dîktatorê îdambûyî yên Iraqê, li dijî gelê Îranê, got: Sedam ev cinayet bi piştevaniya dawakerên cîhanî yên mafên mirovan pêk dianîn.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina di gel berpirsên Kongreya Sê hezar şehîdên parêzgeha Îlamê ku 30ê Abana 1400î hatibû lidarxistin, sibeha îro (pêncşemî) li cihê lidarxistina vê komcivînê hat weşandin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê hevdîtinê da, şehîdbûna çend werzîşkar û temaşevanan ji ber bombebarana pêşbirka fûtbalê di 23ê Behmena sala 1365an da bîranîna mezlûpmiyeta şehîdên werzîşkar da zanîn û bi gotina vêya ku Sedam ev cinayet bi piştgiriya dawakerên cîhanî yên mafên  mirovan pêk dianîn, got: Nivîskar û hunermend, bila vê vegotina rastiyan di berûlayên cîhanî da bidin nasandin û dawakerên derewker ên mafên mirovan riswa bikin.

Wî tevî amajeya bi morala berxwedana gelê Îlamê û neterikandina mal û bajarê xwe tevî bombebarana giran, got: Zexta şêrr nekarî rê li ber xuyabûna ferasetên vî gelî bigire û li bin van bombebaran xortine jîr û jêhatî mîna şehîd Rezayî Nijad hatin perwerdekirin ku dema dijmin wek hokara berzbûna welêt dît, li hemberî hevjîn û keçeika wî ya biçûk, ew şehîd kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî mijara şehîd û şehîdbûnê ciyawaz di gel qurbaniyên şerê nasyar li cîhanê da zanîn û got: Şehîd û têkoşer di riya Xwedê da ji bilî berevaniya binirx ji sînorên cografyayî, berevaniya sînorên girîng ên manewî yanî sînorên bawerî, exlaq, dîn, çand û huviyetê jî dike û bi sozdariya rasteqîn li ser soza xwe di gel Xwedê, canê xwe pêşkêşî Xwedê dike.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vî warî da got: Taybetmendiyên girîng weke dilpakî, tewekul, nefsbiçûkî, berçavgirtina sînor û hedênm Xwedê, reftara bi dilovanî di gel dîlan û bi giştî şêwaza jiyana îslamî di liv û tevgerên têkoşer û şehîdên me tam xuya ye û dîmena van nuqteyên ronî divê bi karên hunerî li ber çavê gelê cîhanê bên raxistin.

 

Serepeyv