Kanûn 01, 2021 20:51 Asia/Tehran
  • Cîgirê Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê yê ewlekarî û polîsî: Li ser sînorê Îran û Efxanistanê rewş aram e

Cîgirê Parêzgarê Sîstan û Belûçistana Îranê yê ewlekarî û polîsî tekez kir: Li ser sînorê Îran û Efxanistanê rewş aram e.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Cîgirê Parêzgarê Sîstan û Belûçistana Îranê yê ewlekarî û polîsî "Mihemed Hadî Mereşî" rewş li ser sînorê Îran û Efxanistanê aram da zanîn û got: Pevçûna îro (çarşemê) cidî nebû û niha ew bi dawî bûye.

Cîgirê Parêzgarê Sîstan û Belûçistana Îranê yê ewlekarî û polîsî  herwiha got: Beriya saetekê hêzên koma Talîbanê li ser sînorê Îranê li Hîlmenda Sîstan û Belûçistanê gulle ber bi hêzên îranî reşandin û di encamê de li ser sînor rewş aloz kirin. 

Mereşî dibêje: Li gorî şahidhalên gelêrî li Hîlmandê, bi gullereşandina ji aliyê Talîbanê ve li ser xaka Îranê, pasewanên sînorî yên Îranê yên li Hîlmandê di nav xala pişkinînê ya “Şuxalekê” de hewl dane xaka welat biparêzin, loma ev liv û tevgera koma Talibanê ku ji ber tênegihêştinekê pêk hat bê bersiv nehêştin.

Cîgirê Parêzgarê Sîstan û Belûçistana Îranê yê ewlekarî û polîsî di dewamê de got: Ev gullereşandina dualî kurt bû û ti ziyanek li xalên sînorî û pasewanên sînorî neket û mijar bi dawî hat û civînek hat lidarxistin ji bo serwextkirina koma Talibanê û hilkolandina mijarê.

Serepeyv