Mijdar 30, 2021 23:37 Asia/Tehran
  • Hevxemiya Îranê bi malbatên qurbaniyên ketina helîkopterê li Komara Azerbaycanê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê sersaxî ji malbatên qurbaniyên ketina helîkoptera sînorvaniyê ya Komara Azerbaycanê re xwest.

Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja sêşemiyê bi sedema ketina helîkoptera sînorvaniyê ya Komara Azerbaycanê ku di encamê de 15 kes mirine, hevxemiya xwe ji hikûmet û gelê Komara Azerbaycanê re diyar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Di encama ketina helîkoptereke leşkerî ya hêzên ewlekariya sînor a Komara Azerbaycanê de 15 pasewanên sînorê Komara Azerbaycanê jiyana xwe ji dest dan.
Di bûyera ku îro danê sibê li Balafirgeha Qere Heybet a li herêma Xiziyê li bakurê rojhilatê Bakûya paytexta Azerbaycanê pêk hat, 2 efserên parêzvanên sînor jî birîndar bûn.

Serepeyv