Mijdar 29, 2021 11:31 Asia/Tehran
  • Welayetî: Riya şehîdn Bereya Berxwedan didome

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da di gel malbata şehîdê payebilind seyid Mistefa Bedredîn nasyar bi Seyid Zolfeqar fermandarê baska leşkerî ya Hizbullaha Libnanê hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da di vê hevdîtinê da tevî dayîna xêrhatinê li malbata şehîd Bedredîn, rêz li cîgeha bilind a vî şehîdê hêja û fermandarê mêrxas ê Bereya Berxwedanê girt û got: Şehîd seyid Mistefa Bedredîn û şehîd hac Qasim Suleymanî û tevahiya şehîdên Berxwedanê mînaka berxwedan û canfidatiyê ne û riya şehîdên Bereya Berxwedanê didome.

 

Şehîd Mistefa Bedredîn nasyar bi Seyid Zolfeqar fermandarê baska leşkerî ya Hizbullaha Libnanê û dewsgirê Imad Muxniye bû ku roja 18ê Gulana sala 2016an di teqîna terorîstî ya nêzikî balefirgeha navneteweyî ya şamê şehîd bû û tev li rêhevalên xwe yên şehîd bû.

 

Welayetî Sekreterê giştî yê Civata cîhanî ya Hişyariya Îslamî her wiha di vê hevdîtinê da wek bîranîn, cildeke Qurana Pîroz xelatî malbata şehîd Bedredîn kir.

 

Di dewamê da hevjîna şehîd Bedredîn tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê, got: Seyid Mistefa Bedredîn hertim li ser şopandina riya Îmam Xumeynî (Re), Înqilab û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez dikir û ev berxwedan û nêrîn bûn sebeb ku civata Libnanê jî biguhere.

 

Serepeyv