Mijdar 29, 2021 09:53 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan qala hevdîtina ayetullah Reyîsî û Erdoxan li Eşq Avayê kir

Wezîrê karên derve yê Îranê di twîtekê da bi gotina vêya ku hevdîtina serokomarên Îran û Tirkiyê li Eşq Avayê di atmosfereke gelekî dostane û germ da pêk hat, nivîsî: Deerbarê pêşxistina giştalî ya pêwendiyan û rakirina hin berbendan gotûbêj û lihevkirin pêk hat.

Li gorî rapora Fars Newsê, Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê ku di serdana Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya di panzdehemîn civîna serokên Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) li Eşq Avaya paytexta Tirkmenistanê hevrêtiya wî dikir, di twîtekê da tevî gotina vêya ku derbarê berfirehkirina giştalî ya pêwendiyan û rakirina hin berbendan gotûbêj hat kirin, got: Pêwendiya du welatan dîrokî ye û serokan li ser damezirandina Komîsiyona bilind di sefera Erdoxan bo Têhranê da li hev kir.

Panzdehemîn civîna serokên ECO'yê roja yekşemiyê li Eşq Avayê hat lidarxistin û Seyid Îbrahîm reyîsî tevî beşdariya di vê civînê da, di gel rayedarên hin welatan civiya.

 

Serepeyv