Mijdar 28, 2021 23:19 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji Tirkmenistanê vegeriya

Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî beşdarî û axaftina li panzdehemîn civîna Serokê Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) vegeriya Têhranê.

Panzdehemîn civîna serokên Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) bi beşdariya Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Eşq Avaya paytexta Tirkmenistanê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku roja şemiyê ji bo beşdariya di civîna welatên endamê Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) çûbû Eşq Avayê, tev serokomarên Tirkmenistan, Tacîkistan, Uzbekistan, Pakistan, Tirkiye û Komara Azerbaycanê hevdîtin pêk anî û derbarê riyên berfirehkirina pêwendiyên dualî û hevkariyên navçeyî bi wan ra şêwirî.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha di gel îraniyên niştecihê Tirkmenistanê û tacir û bazirgan û çalakên beşa sivîl a Îranê civiya.

Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) rêxistineke navçeyî ye ku sala 1985an ji aliyê Îran, Pakistan û Tirkiyê va bi armanca pêşxistina hevkariyên aborî, teknîkî û çandî navbera welatên endam hat damezirandin.

Îran, Pakistan, Tirkiye, Efxanistan, Komara Azerbaycanê, Qezaqistan, Qirqîzistan, Tacîkistan, Tirkmenistan û Uzbekistan, 10 welatên endamê Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO) ne.

 

 

Serepeyv