Mijdar 28, 2021 14:35 Asia/Tehran
  • Peymana dubare ya fermandarên Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di gel ramanên Îmam Xumeynî (Re)

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hevrê di gel fermandar û kedkarên navçeyan ên vê hêzê di gel ramanên hezretê Îmam Xumeynî (Re), xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê peymana dubare girêda.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr edmîral Şehram Îranî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û hucet ul-islam wel-muslimîn Husên Senetpûr Emîrî Serokê Baska  Bawerî-siyasî ya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hevrê di gel komeke fermandar, berpirs û kedkarên navçeyan û baregehên vê hêzê roja yekşemiyê hevdem di gel roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, peymana xwe tev ramanên Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê nû kir.

Beşdarên di vê mersimê da, tevî nûkirina peymana xwe di gel ramanên bilind ên Îmam Xumeynî (re), şehîdan û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, bi xelatkirina taca gulan û xwendina fatiheyê, rêz li cîgeha bilind a mîmarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê girtin.

 

Îro, Yekşemî, 28ê Mijdarê salroja mêrxasiya kedkarên keştiya mûşekavêj a Peykanê û Roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ye.

Di rojeke wiha da, kedkarên keştiya mûşekavêj a Peykanê di operasiyona Murvarîdê bi afirandina hemaseyeke jibîrnebûyî bi êrîşa li ser binkeyên şandina petrolê yên El-Bekr û El-Umiyê yên Iraqê, zêde ji sê duyê van binkeyan ji nav birin û alaya Îranê li ser dekela herî bilind a van binkeyan hejand.

Piştî vê operasiyonê, dijminê beisî roja 28ê Mijdara 1980î bi sûdwergirtin ji piştevaniya lojestîkî û istixbaratî ya welatên navçeyê û balefirên sîxoriyê û setlaytên welatên istikbarî, careke din hewil da ku binkeyên xwe bistîne, lê di rûbirûbûneke ne-beranber da keştiya şêrr a mûşekavêj a Peykanê bi tenhayî karî hejmareke din a keştî û balefirên iraqî ji qada operasiyonê derxîne.

Di vî halî da, Hezretê îmam Xumeynî (re) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya mêrxasiya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji bo berevaniya ji girav, bendergeh, perav û deryayên welêt û bi taybet berevaniya ji Abadan û Xoremşehrê û avên Kendava Farsê di sserdema şerê sepandî û têkbirina bilez a hêza deryayî ya dijminê beisî, roja 28ê Mijdarê wek Roja Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.

 

 

 

Serepeyv