Li Îranê 86 kesên din ji ber nexweşiya koroner mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330285-li_Îranê_86_kesên_din_ji_ber_nexweşiya_koroner_mirin
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 86 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 129 hezar û 462 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2021 20:29 Asia/Tehran
  • Li Îranê 86 kesên din ji ber nexweşiya koroner mirin

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 86 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 129 hezar û 462 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Înê 26ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 384 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 102 hezar û 56 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 841 hezar û 870 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vê gavê 3 hezar û 372 nexweşên bi Kovîd 19ê ketine di beşa tedawî û lênihêrîna kûr a nexweşxanan da hatine razandin.

Her wiha 22 bajar di rewşa porteqalî ya nexweşiyê, 207 bajar bi rengê zer û 219 bajar jî bi rengê şîn ên nexweşiya Koronayê de ne û şukra Xwedê niha Îran li derveyî pozîsyona sor a Koronayê ye.