Xetîbzade: Divê hemû cezayên Amerîkayê bi yekcarî bên rakirin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê: "Divê hemû dorpêçên Amerîkayê bi yek car û bi awayekî bibandor û piştrastkirî bên rakirin."
Li gorî rapora roja Îniyê ya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Seîd Xetîbzade" li ser hin gotgotên medyayî yên derbarê pêşniyara rakirina gav bi gav a dorpêçên rojavayî li gotûbêjên Viyenê got: Pêdivî ye ku hemî cezayên Amerîkayê bi hev re, bi bandor û piştrastkirî û bi garantiyên objektîf bêne rakirin.
Xetîbzade diyar kir: Tevahiya armanca Îranê di danûstandinên Viyenê de ew e ku bi awayekî cidî û bi îradeya temam bikeve nava gotûbêjan ji bo rakirina dorpêçên zordarane yên li ser gelê Îranê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Helwesta Komara Îslamî ya Îranê hem bibiryar û zelal û hem jî mentiqî ye.
Di rojên derbasbûyî de rojnama New York Timesê belav kiribû ku dibe Amerîka li hember rawestana hin çalakiyên navokî yên Îranê pêşniyara azadkirina hin çavkaniyên malî yên blokekirî yên Îranê bide û hin meafiyet û îstîsnayan deyne.
New York Times bal kişand ser AXIOS Media û ji zarê hin jêderên Amerîkî nivîsî: Pêşniyara Amerîkayê ew e ku Îran hin çalakiyên xwe yên navokî rawestîne di berdêla berdana hin diravên Îranê yên astengkirî ji aliyê Amerîkayê ve yan jî Amerîka derbarê derkirîna hin kelûpelan jdestê Îranê vekirî bihêle.
Bajarê Viyanayê di 29ê Mijdarê de wê mazûvaniya danûstandinên Îran û Koma 4 + 1 bo rakirina dorpêçên Amerîkayê bike.